Destên Duakir

Destên Duakir
Wêne: Albrecht Dürer

Wergêr: Efsûn Urmiye

Ev çîroka rast e û di sedsala panzdehê de bûyerîye.

Li Gundekî biçûk nêzîkî Norênbêrgê malbatek ku hejdeh zarûkên ewan hebûn, jîn dikirin, bo derbas bûna jîyana wê malbata mezin bavê malê gerek rojê hejdeh demjimêran çi karekî sext ku ewan li derûdûran hebûnaba, dikir.

Di vî halê bêbext û nexweş de, Albirêşt Dorer û birayê wî (du ji ewan hejdeh zarûkan) xeyalek li serê xwe de perwerde dikirin, her duyan dixwastin ku bibin resmkarên şareza, lê ewan zor baş dizanibûn ku bavê ewan qet nikaribû ewan bo domdana dersê bişîne Norênbêrgê.

Şevê piştî demeka dirêj şirove kirin li nav nivînan, her du birayan biryarek danîn. Ewan bi diravê hesin peşk avêtin û dorankar gerek bo kar kirin li kanê de biçûya başûr û arîkarîya aborîya birayê din kiriba ta ku li zanîngehê bi xwendina hunerê xebat bike. Piştre, birayê ku dersa wî teva bûyî gerek li çar salên paşî de bi firotina resmên xwe alîkarîya aborîya birayê xwe bike ta ku yê din jî dersa xwe li zanîngehê bidomîne.

Du birayan sibeya roja yekşemê li dêrê de diravê hesin avêtin.
Albirêşt bir û çû Norênbêrgê û Albêrt jî çû kanên pirtalûkên başûr û çar salan li şev û roj kar kir ta li birayê xwe ku li zanîngehê ders dixwend û li koma baştirîn şagirtan de bû piştgirtî yê bike. Resmên Albirêştê hetanî li piranîya mamosteyen wî jî baştir bûn. Dema ji xwendinê xilas bû, diravekî gelek li rêya firotina resmên xwe bi dest anîbû.

Gava hunermendê ciwan zivirî gundê xwe malbata dorêr, ji bo serkevtîyên Albirêştê û zivirîna wî bi hembêza malbata xwe piştî çar salan mêvandarîyeka şîvê li dar xist. Piştî xwarina şîvê Albirêşt sekinî û lîvanek vexwarin peşkeşê birayê xwe yê şêrîn bo sipaskirina ew hemû salên ku alîkarîya aborî li wî kiribû ku daxwaza wî bi dest bikeve, kir û got wî: Birayê min ê hêja êdî niha sire ya te ye, tu niha dikarî biçî Norênbêrgê û daxwaza xwe bi dest bixînî û ez ê alîkarîya aborîya te bikim.

Serê hemûyan zivirî dawîya masê ku Albêrt li vir rûniştibû. Rondik li çavên Albêrt hatin jêr,serê xwe avêt jor û got: Na bira, ez nikarim biçim Norênbêrgê, êdî bo vî karî gelekî dereng bûye, lê binêre çar salan kar li kanê çi li desten min kirine,hestîyên tilîyên min çend caran şkestine û destê xwe yê rastê de êşeka giran hîs dikim, heşku ez nikarim lîvanekê bi destê xwe bigirim, ez nikarim bi pênûs yan qelema mû yê kar bikim, na bira êdî bo min gelekî dereng e…

Ji çarsed û pêncî salan zortir li ser vê bûyerê re derbas dibe. Niha bi sedan resmên bi şarezayî yên Albirêşt dorêr, qelemkarî û avreng û kolankarîya wî li her mûzexaneka mezin da li tevayê dinyayê tên xwedan kirin.

Rojekê Albirêştê dorêr bo sipas kirina tev sextîyên ku birayê wî ser xatirê wî kişandibûn, destên pînegirtîyên birayê xwe ku li hevbera hev girtibûn û tilîyên wî yên zirav li alîyê esman bûn anîn li ser kaxezê û resm kir, ew resma xwe ya bi şarezayî tenê sa “dest” nav lê kir.

Lê xelkê dinyayê hestê wî haj ev Serberhem kirin û karê mezinê bi hunermendîya wî “desten duakir” nav lê kirin.