Alfabeya Kurdî – ادامه الفبای کردی

الفبای کردی ۳۱ حرف دارد که ۸ حرف آن صدادار و ۲۱ حرف آن بی صدا اند. از حروف صدادار آن، ۵ حرف صدادار بلند و ۳ حرف صدادار کوتاه اند.

Di Alfabeya Kurdî de 31 tîp henin, ji vanan 8 tîp dengdêr (bideng) in, 23 tîp jî dengdar (bêdeng) in. Ji Tîpên (herfên) dengdêr, pênc heb dirêj in, sê heb jî kurt in.

Tîpên dengdêr (bideng, vokal, صدادار): a, e, ê, i, î, o, u, û

  • Tîpên dengdêrên dirêj (صدادار بلند): a, ê, î, o, û
  • Tîpên dengdêrên kurt (صدادار کوتاه): e, i, u

Mînak 1, Ji bo tîpên dengdêrên dirêj:

Havîn Xelas Bû
Roja vebûna dibistanê, Gulê û diya wê sibê zû rabûn, kincên xwe li xwe kirin, taştêyan xwe xwarin û ketin rê. (Zimanê Min Kurdî Ye, M. Elî Tüysüz)

Mînak 2: Ji bo tîpên dengdêrên kurt:

– Rast e, bêtifaqiyê, mala me hemû kurdan wêran kiriye. (Cembelî, Kurê Mîrê Hekarayan, Îhsan Cûlemêrgî)

Tîpên dengdar (bêdeng, konsonant, بی صدا):
Bb Cc Çç Dd Ff Gg Hh Jj Kk Ll Mm Nn Pp Qq Rr Ss Şş Tt Vv Ww Xx Yy Zz

  • Tîpên Gir (حروف بزرگ): A B C Ç D E Ê F G H İ Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z
  • Tîpên Hûr (حروف کوچک): a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z

Mînak 3, Ji bo tîpên dengdar:

Agirê Şeva Çiyayê Sîpanê
Sîpanê Xelatê bilind e û serî bi mij û dûman e. Ew hevalê ewr û esmanan, heyv û stêrkan e. Dengê ba û bahozê, baran û birûskê, rawir û teyran, av û kaniyan û dengê Evdalê Zeynikê jê kêm nabe. Ew çiyayê destan û efsanan, hêlîna Xece û Siyabend û warê Evdalê Zeynikê ye. Evdal, Gulê, Temo, hevalên wan, şagirtên Evdal û gelek kesên din, li serê Sîpanê Xelatê, li kêleka golê, li doraliyê agirekî gur rûniştibûn. (Mehmed Uzun Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê)

Çavkanî

  1. niviskar.com, Qursên Kurdî, Abdullah Karabax
  2. dengemamoste.com

نظرات

  1. eze pirr sa bim ku niviskaren kurd taybeti yen xurasane gel min peywendi hebin
    0914 388 5343

نظرات بسته شده است.