Tîpên latînî û erebî : Kîjan baştir in

Peyva alfabe ji du tîpên destpêkîyên alfabeya Yûnanî ( alpha û beta ) tê ku ew bixwe jî rîşeya xwe ji alfabeya fînîqî werdigirin .
Alfabe komek nîşan û nimad in ku ji bo nîşandana dengên zimanekî bi awayê diyar û berçav tê bikar anîn .Li bara alfabeya Kurdî du alîgir hene : Yên ku alîgirê tîpên erebî ( aramî ) ne û yên ku alfabeya latînî baştir dibînin .Îro kes nikare tu zimanî nîşan bide ku tîpên wê û dengê ku ji gewrîya axêverên wê derdikeve ji sedî sed yek bin . Zimannasî ( ne zimanzanî, wekî ku gelek caran bi şaşî bikar tê, zimanzan : kesê ku yek an çend zimanan dizane ) îro bûye zanisteka pirr berfireh û îsbat kiriye ku hetanî awayê bilêvkirina du endamên malbatekê jî wekhev nîne .

Di zimannasîyê da zagona Aborîya Ziman heye ku wiha dibêje :

Divê ji her karê zimanî da,kêmtirîn hêz û xwerûtirîn rê bê hilbijartin .

Xwerûtirîn, di naveroka vê da ev jî heye : Her çiqasî hejmara tîpên alfabeya zimanekî zêde be, ewqasî astengîyên fêrbûna wî zimanî pirtir dibin . Îro hejmara tîpên alfabeya Kurdîya Kurmancî ۳۱ e . Zagona navlêbirî heya radeyekê di alfabeya heyî ha cihê xwe girtiye .

Mînak :

Eger bi tîpên erebî ( aramî ) ku niha Soranî piranî bi wê tê nivîsîn peyva Ewr, Erd, Emer, …binivîsin, wiha dibe :

عه ور – عه رد – عه مه ر – …
Di awayê latînî da diyar nîne tîpên gewrîyê ne, lê di bilêvkirinê da di gewrîyê da tên bilêv kirin . Bi awayê erebî him di gewrîyê da tên bilêv kirin him jî di tîpan da diyar e .

Lê heman peyvan, bi tîpa latînî wiha dinivîsin :

Ewr, Erd, Emer

Yanê,nivîsa û bilêvkirina ewan yek nîne . Lê eger em bixwazin, tîpnivîsîya van peyvan ji tîpên latînî ber bi erebî ( aramî ) bikin, wiha dibe .

ئه ور –ئه رد – ئه مه ر – …

Eger Kurd bixawin ji bo nîşandana dengê rastîn ( heyî ) ji bo tîpa ع li ser E nîşanekê dînin ( wekî É,È,Ë,… ), wê demê divê hejmara tîpên Kurdî zêde be . Ji ber rastîya pêşketina teknolojîyê û vê yekê ku klaviye divê xwerûtir be, nivîsîna van peyvan di klaviye da rihet nîne .
Ev yek sa tîpa H jî durust e .

Alfabeya latînî û erebî : kîjan baştir e ?

Alîgirê her duyan jî hene . Piranîya alîgirên alfabeya erebî soranî-axêv û yên latînî jî kurmancê-axêv in .

Ez digel alfabeya latînî me û sebebên wê jî ev in :

1- Tîpên latînî digel teknolojîya îroyîn sazgartir in . Rastî ev e ku Internet roleka girîng di jiyana îroyîn da dilîze û di vê pêvajoyê da tîpên aramî nikarin baş bersivê bidin .

2- Zimanê înglîsî wekî zimanekî navneteweyî li her welatî li perwerdeyê da heye û loma jî her kes tîpên latînî fêr dibin, lê tenê di welatên erebî û hin (ne gişt) welatên misilman da tîpên erebî tên hîn kirin . Rastî ev e ku piranîya Kurmancan li Bakûr in û li pergala perwerdehîya ewan da tîpên erebî tuneye . Ji bo Kurdên li welatên Sovyeta berê jî hînbûna tîpên erebî karekî sade nîne .

3- Di tîpên erebî da hin deng nayên nivîsîn . Ev kêmasîyeka mezin e û pirrî caran dikare wateya peyvan jî biguhurîne . Tîpa ( I,i ) di awayê erebî da nayê nivîsîn .

Mînak :

که تن – ئستاندن – کرن – خواندن – …

Ketin,standin,kirin,xwandin,… / Ketn,standn,xwendn, …

Wekî dibînin, tîpa ( I,i ) di awayê erebî da tuneye û ez kîmasîyeka mezin e .

4- Di tîpa latînî da mirov dikare bi hêsanî navên taybet ( kes,bajar,erdnigarî,… ) diyar bike, lê ev yek di tîpên aramî da pêk nayê .Tîpa gir û piçûk diyar nîne .

Mînak :

Ew Azad e . ( His name is Azad / Navê wî Azad e ) .
Ew azad e . ( He is free / Ew azad e, serbest e, ne girtî ye,..)

ئه و ئازاده .

Li vir da mirov nizane mebesta nivîskarê vê hevokê çi ye . Ka navê wî Azad e yan ew azad û serbest e . Hin mînakên din wek ya jorê :

ئه ز بێریڤانم . Ez Bêrîvan im . / Ez bêrîvan im .

Her du jî dibin, mirov gêj dimîne ka mebest kîjan e .

5- Bi tîpên aramî mirov nikare hin lêkeran li gor zagonên rêzimana Kurdî durust binivîse ( cihê bike ) .

Mînak : Hewa sar e . Tu baş î . Em Kurd in .

Wekî dibînin, li gor rêzimana Kurdî divê awayê kesandî ( tewandîyê ) lêkera Bûn cihê bê nivîsîn, lê bi tîpên aramî ( wek lêker ) ji hevdu cihê nayên nivîsîn û renge wateyê jî biguhurîne . Heman mînak bi tîpên aramî :

هه وا ساره . تو باشی . ئه م کوردن .

Mirov dikare hevoka duduyan bi du awayan bixwîne û dikare du wateyan jî bide . ( Tu baş î . / Tu başî – yanê qet tu başî û qencî na .)

6- Tîpên ( U,Û ) di gelek peyvan da ji hevdu diyar nînin .

Mînak :

کورد و کوردستان Kurd û Kurdistan

Ya yekem û sêyem U ye û ya duduyan jî Û ye, lê di nivîsê da diyar nîne . Divê mirov bixwe têbigihê .

۷- Bi tîpên aramî mirov nikare navên malper,blog, … Kurdî vebike .

Mînak : rizgari.com رزگاری.کۆم

۸- Di alfabeya aramî da mirov nikare rader ( infinitive ) û lêker ( verb ) ji hevdu diyar bike lê bi tîpên latînî ev yek pirr sade ye .

Mînak : Hîn bûn ( to learn ) Hînbûn ( learning ) هین بوون

Ev her du awa bi tîpên aramî wekhev in û tenê bi awayekî tên nivîsîn .

9- Kurd nikare xwe ji zanistê bê par bihêle . Navên zanistî bi tîpên aramî nayên nivîsîn û ereb,fars,urdû jî ji bo vê yekê tîpên latînî bi kar tînin .

Mînak :

H2o هاش دو ئۆ O3 ئۆ سه

۱۰- Bi tîpên aramî mirov nikare herdem kurtnivîsî bike .

Mînak :

Yekîtîya Avrûpa (YA) / Dewletên Yekbûyêyên Amerîkayê ( DYA ),…
Kurtnivîsîya van peyvan bi tîpên aramî nayên nivîsîn û divê peyv bi giştî bê nivîsîn :

یه کیتییا ئاڤرووپا / ده و له تێن یه کبووییێن ئامه ریکایێ …

Rizgari.com, Azad Makûyî
…………………………………….
azad_maku@yahoo.com

نظرات

  1. silav hevalên hêja û mezin
    pirsê min vaye ku çima malperê we zozo teze nabe?
    wa çicûr akadimîye ku li nav nivîsên paştir heye!

  2. من کرد نیستم ولی خیلی دوست دارم کردی یاد بگیرم.
    سایتی هست که این کار شما رو انجام بده ولی کاملتر؟؟؟

  3. be brway mn bo nusin alfbay latin zor bashtra bo zmani kurdi blam bo ema ka be alfbay arabi nusivmana khwendnawa zor rahat tra agar be alefbay arabi bet blam khom zor tr haz be alfbay latin dakam

  4. دستان خوش

  5. دستان خوش هربژی کوردستان

  6. عرض سلام و ادب دارم

    با کُردنامه ای به روزم.

  7. نازه‌نین برا،دوروود له ته.
    “مالا هه‌لبه‌ستان” ژی به‌رووز بوویئ.
    چاڤ له رئ مه .
    silav û durûd le we azîzan. (mala helbestan) çav le rêya we ye

  8. silav û mandî nebin kekno!
    Zimanê Kurdî, Kurmancî ye û tîpên Kurdî jî bi Latînî baştir in û Latîn rindiktir û delaltir dikare zimanê Kurdî bi qelem de bîne. Sipas.

  9. salav le va hevalene aziz o mezin.ez ji kurmanje bakura xorasane ma.dasti va hevalana nishobe.per per khoshal boom.hiwadarem modam le jiani kha sar lae jur boven. mal ava

  10. Silav û rêz ji bo hemû kurdan
    Ser bilind bin li cihanê
    Lawikê kurmanc
    Ez jî ji xelkê Xorasanê mezin im . Ez ji te dixazim ti berî ki bixaziwî bi latîn binvîsî baştire ki wê bihêvûsî . nivîsîna te li jor ne başe . ti dikarî bi min re pewendîyê çê kî . ez li benda te me . pîrûz wî birayê mezin . 09151840731

    لاوکی کرمانج
    من هم از مردم خراسان بزرگم . من از شما می خواهم شما قبل از اینکه بخواهی با حروف لاتین بنویسی بهتره که اونو یاد بگیری . نوشته ی شما در بالا درست نیست . شما می تونی با من در ارتباط باشی . من منتظر شما هستم . پیروز باشید برادر بزرگوار .

  11. silav û rêz ji hemû hewalên hêja ku seba zimane daykî re qse deken.Ez xelkê urmiye me berastî Ez zor hezdekem ku fêri zemana dakêkî bem ,Ez zor ter ji nav farsada û soranî bum, rastî min fam nekir kû zoo xwe fêrî zemana daêkî bekem.
    Ez niha dexazim hûm alîkarîya min beken kû bekarim fêrri bem.
    sepas ji hemû hewalin hija

نظرات بسته شده است.